..E-posta: Şifre:
İzEdebiyat'a Üye Ol
Sıkça Sorulanlar
Şifrenizi mi unuttunuz?..
Aşk eski bir masaldır ama her zaman yepyenidir. -Heine
şiir
öykü
roman
deneme
eleştiri
inceleme
bilimsel
yazarlar
Anasayfa
Son Eklenenler
Forumlar
Üyelik
Yazar Katılımı
Yazar Kütüphaneleri



Şu Anda Ne Yazıyorsunuz?
İnternet ve Yazarlık
Yazarlık Kaynakları
Yazma Süreci
İlk Roman
Kitap Yayınlatmak
Yeni Bir Dünya Düşlemek
Niçin Yazıyorum?
Yazarlar Hakkında Her Şey
Ben Bir Yazarım!
Şu An Ne Okuyorsunuz?
Tüm başlıklar  


 


 

 




Arama Motoru

İzEdebiyat > Eleştiri > Politik Olaylar ve Görüşler > M.Nazım Güler




20 Nisan 2013
Aştî, Go Çareserîyê Bixwere Bîne Watedar E  
M.Nazım Güler
Kêşeya Kurd, pirsgirêkek girîft û pir mezin e; ji bo wê, ev sih salin go şerekî çekdarî tê dayîn û her du alî hêzên şervan jî, rawestîyan û betilîn û neçar man in. Ev roj, her du hêz hatine wê merhalê go dawî li vî şerî bîn in û çareserîyêkê derxînin holê. Gelên me û herêm jî bende vê mizgînîyê ye.


:AACJ:
AŞTÎ, GO ÇARESERÎYÊ BİXWERE BÎNE WATEDAR E

Kêşeya Kurd, pirsgirêkek girîft û pir mezin e; ji bo wê, ev sih salin go şerekî çekdarî tê dayîn û her du alî hêzên şervan jî, rawestîyan û betilîn û neçar man in. Ev roj, her du hêz hatine wê merhalê go dawî li vî şerî bîn in û çareserîyêkê derxînin holê. Gelên me û herêm jî bende vê mizgînîyê ye.

Gelo şer ji bo çi destpêkiribû? Di serî de iddîayên weha dihate gotin: ji bo xellasîya netewê Kurd dest bi vî şerê çekdarî hate dayin. Ji ber go navê Kurd û Kurdistan qedexe bû. Zimanê Kurdî qedexe bû. Ji ber go dîrok û çanda Kurdan dihate înkar kirin; aborîya welêt a li ser erd û li bin erde de dihate talan kirin. A herî girîng jî, dihate gotin; ku dagirker û qolonyalîst û emperyalîstan, welatê me, ji dervî îradeya gele me, kiribûn çar perçe, ji ber wê yeke jî, ji bona Kurdîstanek yekgirtî û demokratik û sosyalist û serbixwe ava bibe ev şerê çekdarî dest pêkan bûye. Ev roj, bi vê çareserîyê de ji van iddîayan û daxwazan wê çi bi dest we re, evêya jî tiştekî din e.

Li hêla din, dewlet, bi leşker ( bi Ergenekon û jitem)û polîsên tîm û sîxurên xwe li himber ev şerî (û li ser gelê Kurd), tu hovîtî nema go nekir. Zindana Diyarbekir ji vî şerî re bû agir û pêt û bingehîn. Bi hezaran gund serûbin bû, ajalvanîya wan gundan û aborîya herêmê di ber pêyan de çû. Ev şer bi kutayî bi deh hezaran can û bi sed milyar dolaran zirarên aborî bûye mal. Ji bo ku dewlet di got; “yek ziman, yek al, yek netewe û yek dewlet” ev şerê dijwar dikir û sih salî ev şera domand. Ev roj dewlet, ji bo Kurdan ka çi qebûl kirîye, go vê kêşeyê çareser bike, ew jî tiştekî din e.

Pêvajoyek ketiye rojevê. Hingê navê wê, go wer tê guherandin; kes nizane ka wê çi navî lê bik e. Ewil di serî de hat gotin; “Vebûna Kêşeya Kurd”, dûv re bû; “Projeya Yekitî û Biratîyê”, dûv re bû; “Vebûna Pêvajoya Demokratik”. Ev car jî divên; “Pêvajoya Çareserîyê û Aştîyê”. Vaye Aştî ket rojevê, lê ka Çareserî jî pê re ye, ne pê re ye; yan jî, ev çareserî wê çareserîya kêşeya Kurd be, yan, hew ji bo bidawî anîna şerê çekdarî yê be(go dewlet hîn jêre dibê je Teror), ez wê jî nizanim.

Ji bo aştî pêkwere, di Newroz a îsal (2013) de, bi mesaja Apo re, go PKK jî ew pejirand û agirbes destpêkir. Vekşandin û çekberdana çekdarên PKK jî dirojevêdeye. Lê gelê Kurd û Tirk jî hên hûrandina vê pêvajoyê nizanin; go ka wê çi, çawa bibe. Ez bawerim çekdar jî nizanin wê çi, çawa bibe.

Bi çekberdanê dive aştî destpêbike, lê çareserîya kêşeya Kurd, wek xwanê dike wê bi zehmetî birêve biçe. Xwuyaye aştî û çareserî ji hev cüda tê ziman. Lê belê çareserî pêknê, aştî jî wê temen kin be û navê wê, wê xapandin be.

Çekberdan, di be, ji gele Kurd û rewşenbîrê Kurd re jî, rêyek demokratik veke û di hêla fikr û raman de pêşkevtinek bi hêz derxîne holê. Di nav (rêxistinên) Kurdan de demokrasi tunne bû, rexne û lênerînên alternatif bihata parastin di sîya çekan de dibû problem. Bi çekberdanê, ew astengên li ser ronakbîr û rewşenbîrên Kurdan jî, wê başîyekê bi xwere bîne. Wê aborîya herêmê jî bi ruh were û pêşkevtinên aborî jî wê destpêbike.

Lê çareserîya kêşeya Kurd, wê çi be, wê çawa be, wê ji Kurdan re tu statü tê de he be, ne be, ev hên jî ne diyar e.

Go statuyek tunne be, ev çareserî wê ji Kurdan re bê çi wate yê. Al tunne be, navê welat û statuya wê tunne be, ev şerê 30 salî û ev qetl û qutûla 50 hezar canî û 3-4 hezar gundên wêran bûyî û bi milyonan Kurdên koçber bûyî, wd. di ber çi de çêbû? Wê ev hisabî ka kê, wê çawa bide gelê Kurd?. Ev jî tiştekî dine.

Heger çareserîyek bi dilên rastî û ji bo biratîyek vekhevî tên xwastin; pêwîste go PKK û derûdora wê û Hukumet û Aqilmendê wê ev pirsanê jêr ji xwe bipirs in:

- Di makezagona nû de navê Tirk he be û navê Kurd tunne be, wekhevî di be?
- Ala Tirk he be û Ala Rengîn tunne be, wekhevî di be?
- Zimanê Tirkî resmî be û zimanê Kurdî (hema di aliyê herêma xwe de be jî) ne resmî be, wekhevî di be?
- Cumhurîyet bi eynî navê “Turkîye Cumhûrîyetî” bimîne û statuya Kurdan jî tunne be, wekhevî di be?
- Çi ma navê dewleta hevbeş; ne be “Anatolya Cumhurîyetî”, yan jî ne be “Anadolu Cumhurîyetî”; ji bo navê Tirk û tu nîjadên din tê de tunne be? Ji bo tevda gelan wekhev bin na be?
- Yan na, ka wekhevî û biratîya wek hev, wê bi çi awayî qebûl bibe, yan jî bi bawerî wê çawa pêkwere. Wekhevî tunne be, wê azadîyek rasteqîn dê çawa çêbibe?

Heger PKK û Hukûmet, van pirsan ji xwe ne pirsin, wê Gelê Kurd, ji xwe bipirsin. Heger Gelê Kurd jî, ji xwe ne pirsin, aqtorên Herêm a Rojhelat a Navîn û dewletên go berjewendîyê wan di vê Herêmê de heye, wê van pirsan, bi dilûcan û kelecanek bi çavsorî ji Gelê Kurd bipirsin. Ez bawerim wê pirsên wan aqtoran, wê bi bandor bin jî, çimkû Kurdîstan a Başûr wek mînakek li ber çava ye; Kurdîstan a Rojava li ber derî ye û go ev derî vebe Kurdistan a Rojhelat jî li paş derî ye û evana jî, ji herkesên têkildar ve diyar in.


Ma Kurdên Bakur, bi erdnîgarîya xwe, bi nufûsa xwe û bi xwendevan û ronakbîrên xwe ne 4-5 caran li Başûr e? Wê çawa bêstatüye, yan jî statuyek kêmî wan qebûl bik in? Îroj bi bandor û daxwazîya APO û PKK’ê go bêstatutîyek qebûl bibe jî, wê ev rewş di pêşêrojê de çawa berdewam bibe? Pêwîste bi giştî ev pirs û pirsgirêkana tev de liberçavan bên dayin û wer jî li ser bê tevgerandin. Rastîyek din jî ev e; Kurd jî ne Kurdên berê nin, herêm jî ne ew herêma berê ye. Dinya jî tev hatiye guherandin. Aqtorên dinya yê jî, ji bo berjewendîyên xwe cuda û har tevdigerin. Bila kes, bi tu awayî xwe ne xapînin.

Çareserî, ji bo bi pêvajoyek hêsan pêkwere; pêwîst e bi agirbest û çekberdanê ve, bi lez îradeyek demokratik bandora xwe bide pêvajoyê û çi di makzagon û di zagonên demokratik de pêwîst be, zû avabikin û rê li ber mafên Kurdan zû vekin û gelên ji dervî Kurdan jî, ji bo van guherînan bi lez amade bikin. Ez bawerim tu gel ji hevdû aciz nabin; lê hûn terefên aqtor, go aqilên wan tevlîhev nekin. Gel hemû amade ne, ji bo aştîyê jî û ji bo biratî û guherînên demoqratîk re jî.

Bila her tişt di berjewendîya hemû gelan de be. Bila aştî û biratî jî, bi dilûcan û bi bawerîyek rasteqîn de û demoqratîyek bin dagirtî de be. Bila ew hêvîya go were, da bi kelecan û azadîya gelên go di vê erdnîgarê de dijî de be.

Hûn her di silametî û evîndarîyê debin.

M.Nazım Güler-19.04.2013
info@mnazim.com



Söyleyeceklerim var!

Bu yazıda yazanlara katılıyor musunuz? Eklemek istediğiniz bir şey var mı? Katılmadığınız, beğenmediğiniz ya da düzeltilmesi gerekiyor diye düşündüğünüz bilgiler mi içeriyor?

Yazıları yorumlayabilmek için üye olmalısınız. Neden mi? İnanıyoruz ki, yüreklerini ve düşüncelerini çekinmeden okurlarına açan yazarlarımız, yazıları hakkında fikir yürütenlerle istediklerinde diyaloğa geçebilmeliler.

Daha önceden kayıt olduysanız, burayı tıklayın.


 


İzEdebiyat yazarı olarak seçeceğiniz yazıları kendi kişisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluşturmak için burayı tıklayın.

Yazarın politik olaylar ve görüşler kümesinde bulunan diğer yazıları...
Bu Ülkede Barışı İsteyen Var Mıdır?
Hatip Dicle Olayı, Açılıma ve Çözüme Çomak Sokmak Mıdır?
Demokratik - Kürt Açılımı Nereye Kadar?
Kocaman Bir Asır Heba Edildi; Neden veya Kimler İçin?
Kürtleri Temsil Sorunu ve Çözüm Sürecine Dair
Bilge Köyü Vahşetinin Gerçek Sorumluları Kimlerdir?
Seçimin Sonucu, Halklar Arası Barış ve Diyaloğu Dayatıyor
Bölgemizdeki Elektrik Sorunu, Neden Kesin Bir Çözüme Kavuşamıyor?
Yerel Seçim Dersi, Rojava ve Bdp’ Nin Sonu - 2
4+4+4, Bir Gündem Saptırma Mıdır?

Yazarın eleştiri ana kümesinde bulunan diğer yazıları...
Sadece Yazmak, Yazarlık Mıdır?
Tahammülsüzlük, Gelecek Korkusundandır!
Kendi İrademiz Varsa Özgür Olabiliriz.
Seçim Sürecinde "Demokratik" Yalanlar Yarışı Başlayacaktır!..
Yeni Anayasa, Son Anayasamız Olmayacaktır.
Tarihsel Aşklar ve Sevgi Üzerine
Kürt Sorunu ve Yerel Seçimler
Van Depremi, Sosyal Yaralarımızı Sarabilecek Mi?
Erdoğan: "Ben Kabile Reisi Değilim"
Ev Bir Okuldur; Eğitim, Oradan Başlar!.

Yazarın diğer ana kümelerde yazmış olduğu yazılar...
Yüreğime Lehimliyorum Seni [Şiir]
Veda Edemem! [Şiir]
Uyan Ey Zergan Deresi! [Şiir]
Seni Arıyor Gözlerim [Şiir]
Dağlar Yüreğimi, Bu Dağlar! [Şiir]
Esirin Olmuşum [Şiir]
Tu Her Bijî Yilmaz Guney [Şiir]
Sende Buharlaşmaktayım [Şiir]
Ben, Kendim Olmak İstiyorum. [Şiir]
Zor Kabulleniriz [Şiir]


M.Nazım Güler kimdir?

www. mnazim. com ------- M. Nazim Güler Kitap okumak, Şiir yazmak, Resim yapmak özel zevklerim arasındadır. Vücudumu zinde tutacak ve koruyacak kadar spor yaparım. .

Etkilendiği Yazarlar:
Yoktur, kimsenin günahını almayayım.


yazardan son gelenler

yazarın kütüphaneleri



 

 

 




| Şiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleştiri | İnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babıali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratıcı Yazarlık

| Katılım | İletişim | Yasallık | Saklılık & Gizlilik | Yayın İlkeleri | İzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Girişi |

Custom & Premade Book Covers
Book Cover Zone
Premade Book Covers

İzEdebiyat bir İzlenim Yapım sitesidir. © İzlenim Yapım, 2024 | © M.Nazım Güler, 2024
İzEdebiyat'da yayınlanan bütün yazılar, telif hakları yasalarınca korunmaktadır. Tümü yazarlarının ya da telif hakkı sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadır. Yazarların ya da telif hakkı sahiplerinin izni olmaksızın sitede yer alan metinlerin -kısa alıntı ve tanıtımlar dışında- herhangi bir biçimde basılması/yayınlanması kesinlikle yasaktır.
Ayrıntılı bilgi icin Yasallık bölümüne bkz.