..E-posta: Şifre:
İzEdebiyat'a Üye Ol
Sıkça Sorulanlar
Şifrenizi mi unuttunuz?..
Gerçeği arayan bir insan, öncelikle her şeyden gücü yettiğince kuşku duymalıdır. -Descartes
şiir
öykü
roman
deneme
eleştiri
inceleme
bilimsel
yazarlar
Anasayfa
Son Eklenenler
Forumlar
Üyelik
Yazar Katılımı
Yazar Kütüphaneleri



Şu Anda Ne Yazıyorsunuz?
İnternet ve Yazarlık
Yazarlık Kaynakları
Yazma Süreci
İlk Roman
Kitap Yayınlatmak
Yeni Bir Dünya Düşlemek
Niçin Yazıyorum?
Yazarlar Hakkında Her Şey
Ben Bir Yazarım!
Şu An Ne Okuyorsunuz?
Tüm başlıklar  


 


 

 




Arama Motoru

İzEdebiyat > İnceleme > Eğitim > Pirtûkgeh Kitaplık




3 Ocak 2014
Zarok U Ziman  
ziman,nerîn,ol û çand

Pirtûkgeh Kitaplık


Perwerdehîya zimanê dayikê mafek xwezayî ye,divê bi lez dibistanên xwerû bi kurdî bêne vekirin.


:AIFH:
Mirovahî di navxwe de, di warê çandî û warê ziman yan jî di warê aborî de, hertim danûstendineke deye. Ev pêwendiyê di nava mirovan carinan çand û zimanê hinek gelan pêşxistiye, carinan jî hinek zimana ji dîrokê wenda kiriye.
Desthilatdar kîjan hêz be ziman,nerîn,ol û çand a wê hêza bandor li ser civak û gelên din kiriye. Lê di jiyana mirovan de bandora xwezayê jî,tiştekî hêjayî gotinêye û tê gotin mirovahî hinek tiştan ji ajalan fêrbuye.Fêrbûna mirovan a ku ji ajalan,dibe kû sedî sed ne zanînek zanîstî be,lê belê wek hemu mitolojî destan û efsaneyên insanetiyê ,bingeha wê de jî rastîyek heye.
Jiyan û şerê morîya ji bo vê yekê mînakek baş e.Wek tê zanîn di nav ajalan de morî/gêrik gor ajalên din bi awayekî birêxistî tevdigerin.Di hundirê vê jiyana bipergal de her morîyek û karê wî heye,wek morîyên karker, morîyên parastinê yan ên êrişkar û hwd. Lê di vê mijarê de tiştê herî balkêş bêguman şerê morîya ye,dema ku morî êrişî moristaneke ‘’moriyên dijmin’’ bikin û bi serkevin;liva wanî ya pêşî berêxwe didin depoyê genim û wan depona vala dikin duv re jî diçin hêkê ‘’morîyên dijmin’’ lê a balkêş tu xisarê nadin wan hêkana û dikşînin moristana xwe her wiha wek hêkên xwe li wan xwedî derdikevin.
Di asta dawî de ew hêk dibin morî û xwe ji morîyên din(ê ku wan revandiyi) cuda nabînin herwekî ew ji di nava jiyana moristanê dibin xwedî kar û bar, heman demî morîyên din jî wek ‘’xwediyên’’ xwe dibînin ango asîmilasyon digêje armanca xwe.
Dewletên dagirker,li ser xaka dagir kiriye her dem wek pergala şerên morîya tevgerîya ye. Dagirkerên Kurdistanê jî bi salane ji av û ax,ji petrol û çavkaniyên erdnigarîya kurdistanê sûd digre û ji bo kurd ser vê yekê nexeyidin ,xwe wek milet û xwedî welat(kurdistan) nebînin li ser kurda beşa asîmilasyonê bi kar tînin.Di wî warîde dewleta Tirk bi awayekî profesyonel tevdigere û bi rastî wan kirinên xwejî hewceyî veşartinê nabînin.Di pergala perwerdehiya Tirkiyê de armanca yekem asîmilasyon e.Pir zelal û pir eşkere dibejin divê zarokên kurd bi taybetî jî zarokên keç di dibistanên tirkîde bixwînin.Li ba wan wateya xwendina zarokên keç mijarek pir giring e. Bê navber ji bo xwendina zarokên keç kampanya çêdikin.Dibejin; Divê zarokên keç ên kurd bi tirkî zanibin çimkî ew keçana rojek were wê bibin diya zaroka û her kes jî dizani di rastiya civakê de bandora dayikê li ser zaroka gor bav hîn zedetire, eger dayik xwe ji kîjan miletî bihesibîne û bi kîjan zimanî bi axive bêguman wê zarokên wê jî bi wî zimanî bipeyive û wê asîmilasyon bigêje armanca xwe.
Belê hemu dagirkerên Kurdistanê ji bo berjewendîyên xwe wiha qirêj,wiha hov difikirin bêguman ew fikir û pekanîna bişavtinê, ew qîrkirina çandî dijî mirovahîyê ye. Xwendin ne tiştekî şaş e yan jî dibistan ne tiştekî şaş e lê asîmilasyona mirovan şaşbûnek pir mezin e.
Perwerdehîya zimanê dayikê mafek xwezayî ye,divê bi lez dibistanên xwerû bi kurdî bêne vekirin.Lê divê kurd jî hez ji zimanê xwe bike,hez ji çanda xwe bike û zanibe ku zarokên kurd pêşeroja gelê kurd e,lewma pêwist e civaka kurd xwedî li zarokên xwe derkevî, ew erkeke neteweyî û dîrokîye her wiha rêya azadbûna kurdistan hezkirina çand û zimanê kurdî re derbas dibe.



Söyleyeceklerim var!

Bu yazıda yazanlara katılıyor musunuz? Eklemek istediğiniz bir şey var mı? Katılmadığınız, beğenmediğiniz ya da düzeltilmesi gerekiyor diye düşündüğünüz bilgiler mi içeriyor?

Yazıları yorumlayabilmek için üye olmalısınız. Neden mi? İnanıyoruz ki, yüreklerini ve düşüncelerini çekinmeden okurlarına açan yazarlarımız, yazıları hakkında fikir yürütenlerle istediklerinde diyaloğa geçebilmeliler.

Daha önceden kayıt olduysanız, burayı tıklayın.


 


İzEdebiyat yazarı olarak seçeceğiniz yazıları kendi kişisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluşturmak için burayı tıklayın.

Yazarın eğitim kümesinde bulunan diğer yazıları...
Feylosofen Kurd: Zerdeşt


Pirtûkgeh Kitaplık kimdir?

Zimano leq û leq, Seriyo teq û req


yazardan son gelenler

 




| Şiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleştiri | İnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babıali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratıcı Yazarlık

| Katılım | İletişim | Yasallık | Saklılık & Gizlilik | Yayın İlkeleri | İzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Girişi |

Custom & Premade Book Covers
Book Cover Zone
Premade Book Covers

İzEdebiyat bir İzlenim Yapım sitesidir. © İzlenim Yapım, 2024 | © Pirtûkgeh Kitaplık, 2024
İzEdebiyat'da yayınlanan bütün yazılar, telif hakları yasalarınca korunmaktadır. Tümü yazarlarının ya da telif hakkı sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadır. Yazarların ya da telif hakkı sahiplerinin izni olmaksızın sitede yer alan metinlerin -kısa alıntı ve tanıtımlar dışında- herhangi bir biçimde basılması/yayınlanması kesinlikle yasaktır.
Ayrıntılı bilgi icin Yasallık bölümüne bkz.