Bir gün karşıma biri çıkacak ve bana: "Herşey olması gerektiği gibi olmaktadır, efendim" diyecektir. -A. Ağaoğlu, Yazsonu |
|
||||||||||
|
Qiyameta mirov, di destê mirov de ye. Ku dil bipişke bi teqîna qiyameta dilê xwe re dihilweşe. Carekedin jî xwe nikare bidehev… Nizanim bê di berîka min de çend gotin mane li ser te, destê xwe tavêjimê, dilerizim. Ditirsim tu biqedê. Ditirsim tu bidawî bibe evîna min..! Di erdhejên veqetandina de me. Lê, xem nexwe, hew ditirsim ku tu ji min veqetê, ez fêri veqetandina bum, terî jankêşî û xemgîniya ku bêhiş dihêlê bum, fêrî nefreta te a ku her roj min weke agirê dojehê dişewitîne bûm… Bajarê têr guneh Dengê min bibihîze, hew fermanê dijminê te min di jenosîdên tenêbunê de karin dîl bigrin, hew li ser pirên te re ê weke pirên selatê berbi kabeyan ve dimeşim û hew di ibadedgehê te de bi ezîzeyan re dua dikim, hew ji xwedavendên bê xweda re serî ditewînim. Bibihîze dengê min, ev jî fermana min e ji bo te… Ez hew xwe di bêjinga xêr û gunehên te re derbasdikim bajarê ku her dewlemendekî navek lêkirî. Ez hew di kolanê te de li zaroktiya xwe digerim, lewma ez fêrbum ku zaroktiya min tenê di xewnên min de ye, ne di çavên zarokên te ê bêkes an jî ne di dixana tenurê ku ji bo ziktêrkirinê têne dadan. Ez hew di qermîçonkên dîroka te de li evînê qedîm digerim, lewma bi salane ez sermestê evînê te ê bê mirad bûme! Tu jî dev ji min biqere! Ez hew ew zarokên bêgunehim. Melekê li ser milê min ê çepê, evîna herî bi guneh ku dojeha xwedayê mezin jî têrî cezayê wê nabe nivîsiye. Ne avên te ê spî karin min ji gunehê vê bêdestnimêjî ya mezin bişon, ne jî ez karim birevim ji cezayên xwedaya. Tu ceza weke bê miradbûna min ne girane. Bere ew jî cezayên xwe bibirê. Ne ez dikarim milê xweyî çepê jêbikim ne jî karim bi êşekê weke pençeşêrê an jî bi jehrekê wî melekî bikujim, da ku gunehê min bê veşartin! Ey bajarê windayî! Ey bajarê bêmiradî yê! Ey bajarê ku xwe bi kirasên leylanên xapinok dixemilînê! Ey bajarê ku tenurê birçîbunê di tifika evîna min de dadidê! Ey bajarê ku evîna min a ku ji nefreta xwedavendan girs buye roj bi roj nalet dike! Nizanim çima ez hew dikarim ji te durkevim. Çima her kelîyek ji te dur dibê sedema bêrîkirineke kur. Te çi ji min kiriye, te di kijan qedehan de şaraba xwe daye min û ez sermestên xwe kirime, bêje da ez bişkînim. Te çi ji min kiriye, te ez li ser kijan nanî kirim weke kuncîyên hişk ku xwarina min xweştir bibe, te ez di kijan aşî de kirim dan ku ez weke ard hur hur bibim, bêje da ez wan aşan biser aşvana de bînim xwar, da hew bizîvire kevirê aşê hesretî ya te! Zu ji min re bêje, ez hew dixwazim bi tere bijîm. Loma neke ji min. Tu dibe dara evîna min fêkî yê te nikarim bixwim. Tu dibê parestgeha gunehê min, nikarim xwe bi avê te bişom. Tu dibê ard ez nikarim tenurê te dadim û te bikim nan û bixwim. Tu hemu ezîzeyan di dilê xwe de diveşêrê ez nikarim dest bidime rukenî yê wan an jî li ser perên wan bifirim. Tu nahêle. Tu nahêle..! Bişewite ey bajarê cihê evînê qedîm ê bê mirad! Bere erdhej carekedin te ruxar bike di nav axê de, da ez jî tu jî û ew jî windabibin! Gazina neke ji min. Ka bêje ma ez çibikim bajarê ku min evîna xwe li serkirî. Bê tu çawa buyî şahidê jankêşî ya min, şahidê veqetandinên min, şahidê giyan û jîyana min… Tê bibê şahidê mirina min û veşartina min jî di dilê xwe de… Evîn, Tu buyî bajar, bajar qiyameta min/Nisêbîn
İzEdebiyat yazarı olarak seçeceğiniz yazıları kendi kişisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluşturmak için burayı tıklayın.
|
|
| Şiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleştiri | İnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babıali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratıcı Yazarlık | Katılım | İletişim | Yasallık | Saklılık & Gizlilik | Yayın İlkeleri | İzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Girişi | |
Book Cover Zone
Premade Book Covers
İzEdebiyat bir İzlenim Yapım sitesidir. © İzlenim
Yapım, 2024 | © süleyman tekin, 2024
İzEdebiyat'da yayınlanan bütün yazılar, telif hakları yasalarınca korunmaktadır. Tümü yazarlarının ya da telif hakkı sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadır. Yazarların ya da telif hakkı sahiplerinin izni olmaksızın sitede yer alan metinlerin -kısa alıntı ve tanıtımlar dışında- herhangi bir biçimde basılması/yayınlanması kesinlikle yasaktır. Ayrıntılı bilgi icin Yasallık bölümüne bkz. |